Şerê Sûrî yê navxweyî ku ta niha tu çareserî jê re nehatiye dîtin, tevî hewildana navnetewî di Cinêva yekem û duyem de.
Lê, ew bê sûde têkçûbûn ji ber berjewendiyên hin hêzên cîhanî ku rola wan di nav vê kêşeya mirovahiyê de heye.
Rûsya ji aliyê xwe ve bengewaziya destpêşxeriya Aştiyê di nav rêjîma Sûrî û rikeberên wê de kiriye ta li Moskoyê dest bi giftûgoyan bikin.
Di hevpyvîna Dengê Amêrîka de bi rojnemevan Lewend Husên re li ser helwesta rikeberiyê û tebîniyên wê li ser vê hewildana aştiyê û herwisa jî rola Kurdan di nav vê mijarê de çi ye.
Birêz Lewend dibêje, niha rêjîma Sûrî û hevalbendên wê bihêz bûne, piştî serberzkirina DAIŞ li Sûrîyê û dikarin şert û mercên xwe li rikeberiyê bikin ji bo giftûgoyan.
Lewend herwisa di derbarê Kurdan de got ku divê ew xwedî biryarên taybet bin û tenê li gorî berjewendiyên gelê Kurd gavan bavêjin.
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vê faylê dengî klîk bike