Yek ji xalên serkîn yên rêkeftina Duhokê di navbera herdû aliyên sereke yên kurdên Sûriyê de, bi çavdêriya serokatiya herêma Kurdistan Îraq di 22 meha çirya pêșîn a 2014an, ew bû damezrandina lêvegereke siyasî di nîrê du mehan de ku her aliyek 12 niwênerên xwe hilbijêrin û șeș kesên din jî ji derveyî evan herdû çarçoweyan bêne hilbijartin.
Lê di hilbijartina 6 kesên mayî de hindek nakokî di hindirê ENKS de derketine holê û di encamê de Sê partî hatin tawanbar kirin bi dayîna dengên xwe bo alîgirên TEV-DEMê, ew hatin cudalkirin û ENKSê hindek niwênerên xwe yên din binav kirin.
Bernameya Em û Siyaset a vê hefteyê bi beșdarbûna sê mîvanan ronî da ser evê babetê;
Berpirsê ragihandina rêxistina Almanya ya Partiya Demukrata Kurdistana Sûriyê ( PDKS) rêzdar Lewend Hisên ku ji Almanya tevlî bernameyê bû .
Niwênerê Partiya Yekîtî Kurd li Sûriyê (El-Wehde) li Herêma Kurdistana Îraqê, rêzdar Mehmûd Mihemed , ji Hewlêr û her wiha berpirsê ragihandina derve ya Partiya Yekîtiya Demukrat (PYD) rêzdar Newaf Xelîl ku ew jî ji Almanya beșdar bû.
Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya bernameyê, faylê deng veke.