Di encama rewşa seqa ya xirab de, ezmûnên nîvê salê li Zanîngeha Şamê hatin paşve xistin. Ajansa fermî ya nûçeyan (SANA) ragihand ku xwendekar jiber bahozeke giran nikarin xwe bigihînin zanîngehên xwe.
Serokê Zanîngeha Şamê Mihemed Hesen el Kurdî got, ewê demeke din jibo ezmûnan were destnîşankirin.
Ders li dibistan û zanîngehên Sûriyê ji roja Çarşemê de jiber bahozê hatine rawestandin.
Ji Sêşemê de, bahozeke zivistanê li seranserî Rojhilata Navîn daye, di encama wê de bi deh hezaran penaberên Sûrî ku li konan li welatên herêmê dijîn, ziyan dîtine.
Li Libnanê sê penaberên Sûrî ji ber seqaya sar mirine. Li Sûriyê jî, çalakvan dibêjin ku jimareke kes jiber bahozê mirine.