Êrîşa li ser kovara Fransî ya heftane Charlie Hebdo li ser destê çekdarên Îslamîyên tundrê bû cihê kêşeyên mezin li Fransa û hem ji hikûmetê, hem ji civakê re îrewşeke awarte anî holê.
Gelo piştî vê bûyerê wê rewşa Fransa çawa be? Wê hikûmeta Fransî ti guhertinên serekî di destûra xwe de bike, yan na?
Di derbarî van pirsa de birêz Sêvê Îzol-Aydin parêzera Kurd ji Parîsê, di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amêrîka re, bersiva van pirsa dide.
Xanim Îzol dibêje, hikûmeta Fransî, dewleteke xwecihgirtî ye û zû bi zû vê destûra xwe naguhere.
Xanim Sêvê li ser van kiryarên tundrê dibêje, karên wisa karên terorîstî ne û ti girêdana wê bi ola Îslamê ve tuneye."
Sêvê herwiha civata Misilman jî rexne dike ku hember karên tundrê, ku bi navê Îslamê tên kirin, ti gavan navêjin.
Jibo guhdarîkirna vê hevpeyvînê kerem kin fayla deng vekin: