Karbidestên ewlehî yên Fransî dibêjin, ew ligel Cherif û Said Kouachi di peywendîyê de ne ku Çarşemê êrîşa hember kovara Charlie Hebdo pêk anîn û 12 kes kuştin.
Karbidest didine zanîn ku di destê wan her du birayan de, herî kêm 1 kes dîlgirtî ye û ew li ambareke li bajarokê Dammartin-en-Goele, ya 40 km bakurê rojhilata Parîsê ye, dorpeçkirî ne.
Tê ragihandin ku polîs bi helîkopteran li ser cîhê bûyerê dizivirin û herwiha bi dehan makîneyên polîsan û qamyonên agirkuj jî li erdê hazir in.
Hêjayî bîrxistinl ye, bajarokê Dammartin-en-Goele ne dûrî Firîngeha Navnetewî ya Charles DeGaulle e.
Wezîrê Navxweyî yê Fransî Bernard Cazeneuve îro Înê gotibû ku operasyonê ewlehî berdewam dikin, lê wî ti hurgilî nedabûn.