Li roja Pêncşem, Popê Vatîkanê pêşwazî li rêberên olî yên Êzdiyan kir. Di kombûna nîv demjimêr de şandê Êzdiyan hêviyên civaka xwe bi taybet piştî hêrîşên DAIŞ li ser Şingalê gihandin meznê oldarê Kiristyanên Katolîk. Wan bal kişand ser tawanên Komela Dewleta Îslamî yên li dijî Êzdiyan encam dayîn û herwisa revandina nêzîkî 5 hezar keçên Êziyan.
Endamê şandê Êzdiyan Pîr Dîma gote Dengê Amerîka, Pope Francis derdê Êzdiyan têdigehe û soz dan her karê ji destê wî were bike ji bo alîkariya wan. Wî got, Pope piştevaniya xwe ji bo Êzdiyan ragihand li vê qonaxa dijwar ya têre dibûrin û hêvî xwestin ku di demek zû de dadwerî cêbicê bibe û destûdarê jiyaneka tena ji Êzdî û Kiristiyanan re peyda bibe ku dibin armanca tundutîjiyan.
Ji bo guhdariya hevpeyvîna di gel Pîr Dîma, faylê deng veke;