Civata navnetewî û rêberên cîhanê bi mesajên xwe êrîşa dohî ya hember kovara Charlie Hebdo şermezar dikin.
Serok Obama di peyama xwe de gotibû ku dilê wan û duayên wan, di vê dema dijwar de, bi qurbanîyên vê êrîşa terorîstî û bi gelê Fransa re ye.
Obama herwiha gotibû ku ew êrîşên qirêj i tevahîya cîhanê re nîşan didin ku nêrîn û kiryarên wan kujêran çiqas gemar û tijî nefret in.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon jî bi peyameke kuştinkarî şermezar kir.
“Armanca vê êrîşa hovane perçekirina microvan e, lê divê em nekevin vê lîstokê û nehêlin amanca êrîşkaran bi cîh were. Ev dem, dema hevgirtin e, li seranser dinê.”
Ban Ki-Moon bal kişand ku divê cîhan jibo azadîya ramanê û tolerans bi tevahî xurt bimîne û dijî nefret û perçekirinê dengê xwe bilind bike.
Pata Francis jî êrîş şermezar kir û got, kiryarên wanî ticar nayên rêwa dîtin.