Penaberên kampa Êzîdiyan li Amedê jibo serxwebûna herêma Şengalê çalakiyek lidarxistin. Piraniya wan dixwazin herin welatên Ewropayê. Lê dibêjin ger Şengal serbixwe be û parastina wê ji aliyê Êzîdiyan be, wê demê dixwazin vegerin cî û warê xwe.
Penaberan jibo azadiya rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî 3500 îmze tomar kirin û dema di xwepêşandanê de alên PKK û posterên rêberê Ocalan jî di dest wan de hebûn.
Piştî daxuyaniyekê bi dehan cenderme tevî du panzêran hatin kampê û gotin ev calakî jiber durişm û alayan li dijî yasayên Tirkiyê ne û xwestin penaber vegerin çadirên xwe.
Berpirsê kampê Metîn Palandoken got, jiber ku qada kampê ji aliyê ewlehiyê ve di bin kontrola cenderme de ye û jibo xwepêşandanê destûr nehatiye girtin, cenderme hatin kampê. Wî got, leşkeran xwest ku careke din rê nedin xwepêşandanên li dijî yasayan.