Siyasetvan Cesîm Soylu ku bi navê doza KCK’ê hatibû girtin û li sala 2014’an ligel 33 hevalên xwe hatibû berdan, dawiya heftê li kongreya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Stenbolê wek Hevserokê rêxistina bajêr hate hilbijartin.
Siyasetvan Soylu, piştî ku wek hevserok hate hilbijartin ji Dengê Amerîka re li ser xebatên partiyê û bi taybet jî li ser hêvîyên xwe yên jibo hilbijartinên giştî yên 2015’an peyivî.
“HDP xwedî mîras û rabirduyeke demdirêj e. Niha pêngava xwe ya herî mezin ya rêxistinbûnê temam dike ku bajarê Stenbolê jî jibo me gelekî girîng e.”
Wî li ser hilbijartinên giştî got, “Em ê dengên ji xeynî Kurdan jî bistînin. Em pir bi îdia ne ku ji sedî 15 heta ji sedî 20’ê dengên Tirkîyê jî bidest bixin.”
Birêz Soylu gotinên mîna; ‘HDP nûnertiya Kurdan nake’ jî wek îdiayên pûç nirxandin.
“Ev rexne ne li cî ye. Partiya me bi salan li ser ked û nirxên gelê Kurd mezin bûye. Yên ne Kurd jî li dora me civîya ne. Navend dîsa têkoşîna gelê Kurd e ku rêvebir jî bi piranî Kurd in.”