Yek ji endamên grûpa aştiyê Lutfu Taş ku di sala 2009 de li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tevî 33 hevalên xwe ji Qendîl û Mexmûrê hatin, 31 meha bûrî li girtîgeha Amedê jiber sekteya dil jiyana xwe ji dest da.
Endamê Meclîsa Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Seydî Firat di grûpa yekê ya aştiyê de cih digirt. Wî got, ti tevgerek tune ye ku li Rojhilata Navîn kadir û şervanên xwe jibo aştiyê bişînin dewletên ku li hember wan şer dike, lê Kurdan di vî warî de fedakarî kir. Tirkiye herdu caran jî bi hizra cezakirinê nêzîk bû.
Endamê KCDê got, niyeta dewletê ew e pêvajoyê jibo hilbijartinê bikar bîne, Kurdan îdare bike. Birêz Firat herwiha da xuyakirin, siyaseta nû ya dewletê ya hundir û derve siyaseteke sivîl xuya dike, lê cewherê wê leşkerî ye.
Birêz Firat da xuyakirin, Tirkiye dixwaze bi hiceta Îslamê şer têxe nav Kurdan û pirsa esasî ya kurdan bide jibîr kirin. Wî herwiha got, Enqere dixwaze hereketa Kurdan bide fetisandin, "lê divê hesab bike ku hereketa Kurdan jî dikare li dijî Tirkiyê bikeve nav tifaqên nû."