Karbidestên Îtalî gemîyeke barhilgir xistin bin kontrola xwe ku tê de bi sedan penaber hebûn.
Ew keştî li başûrê Îtalya, ji alîyê kaptan û ekîba wî ve hatibû terkandin û bi sedan nefer bi mironê rûbirû mabûn.
Hêzên Nobedarîya Îtalî bi helîkoptreran xwe gîhandin nav keştîya bi navê Ezadeen, ku xuya bu ji Tirkîyê hatiye.
Karbidest texmîn dikin ku di gemîya bi ala Sierra Leone de 450 rêwî hebûn ku piranîya wan jin û zarok bûn ku ji Sûrîyê hatine.