Karbidestên Somalî dibêjin, mîlîtanên El Şabab êrîşê bingeheke leşkerî ya dervayê bajarokê Baidoa kirin û herî kêm 6 leşkerên Somalî kuştin.
Dîdevan ji Dengê Amerîka re dibêjin, çekdaran demeke zûtir ya îro Înê êrîş birin ser leşkerên ku nobedarîya xaleke kontrolê dikirin.
Karbidest herwiha didine zanîn ku di êrîşê de bi kêmî ve 18 kesên din jî birîndar bûn.
Bajarokê Baidoa dora 245 kîlometre li rojavayê payaxt Mogadişu ye.