Pakistan hevrika xwe Hîndistanê sûcdar dike ku 2 nobedarên wê yên tuxib xistiye kemînekê û ew kuştine.
Îslamabad, jiber wê bûyerê dîplomatekî bilind yê Hîndistanî gazî kir û protestoyeke xurt da wî ku bihegîne hikûmeta xwe.
Bûyera kuştinkarî derengîya Çarşema çûyî li nêzîkî bajarê Lahor ya rojhilata Pakistanê qewimîbû.
Bûyerîn wiha gelek caran do navbera her du dewletên xwedî çekên navokî çêdibin û her du alî jî hevdu bi destpêkirina êrîşê sûcdar dikin.