Karbidestên Endonezî dibêjin, jiber hawayê xirab bizavên lêgerîna firoka AirAsia rastî astengîyan tên û dibe ku hêrî kêm hefteyek pêdivî be, heta ku firok were dîtin.
Karbidest heta demeke zûtir ya îro Pêncşemê geşbîn ku hewlên kêgerînê wê bêne qedandin.
Lê, piştî nîvro bi hatina baranên boş û bayên xurt, helîkopterên lêgerînê neçar man ku dawî li karê xwe bînin.
Heta niha tenê 7 ji 162 rêwîyên firokê ji Derya Java ya nêzîkî Grava Borneo hatine derxistin ku ew firok jiber hawayê xirab li heman deverê ketibû xwarê.
Hêjayî gotinê ye di nav rêwîyan de 149 Endonezî, 3 Koreya Başûrî û 1 ji Brîtanî, Malezyî û Sîngaporî hebûn û piranîya wan kesan diçûn ba heval û merivên xwe xwe ku Sala Nû ligel hezkirîyên xwe pîroz bikin.