Di êrîşeke xwekujî de herî kêm 33 kes li bajarê Ibb ya Yemenê hatin kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Karbidest dibêjin, êrîşvan xwe di nava civîneke serhildayên Houtî yên Şîa peqand, ku jibo pîrozkirina rojbûna Pexamber Mihemed kom bibûn.
Karbidest herwiha didin zanîn ku walîyê Ibb ji di nav birîndaran de cîh digire.
Rûnîştvan û jêderên ewlekarîyê radigihînin ku peqîneke din li herêmê qewimî.
Hêjayî gotinê ye, heta niha ti kes berpirsîya peqînê negortoye ser xwe.