Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu îro Yekşemê got ku welatê wî piştgiriya Filestîniyan dike di hewildanên wan de li dijî bizavên Îsraîlî jibo “kêmkirina kesayetiya Îslamî” ya bajarê Orşelîmê, wekî ku wî binav kir.
Davutoglu ev axaftin jibo rojnamevan li bajarê Konya yê naverasta Tirkiyê kir, rojekî piştî ku ligel rêberê Hamas yê surgunkirî Xalid Mişel kom bû.
Xweşandinên tund zorî li Îsraîlê li meha bûrî kirin derbasbûna Misilmana jibo cihekî pîroz li Orşelîmê sînor bike. Li wî cihê pîroz, Mizgefta Eqsa jî dimîne, sêyem pîroztirîn cihê Misilmanan. Ji bilê wê jî, Haremê Pîroz anku Haremê Şerîf dikeve, pîroztirîn cih li cem Cihûyan.
Wê biryarê hişt ku hinek tawanbarî li dijî Îsraîlê derkevin ku ew bi dizî hewil dide wê devera Orşelîmê kontrol bike. Îsraîl jî vê yekê red dike.
Serokwezîrê Tirkiyê herwiha ragihand ku Serokê Filestînî Mehmûd Ebsas meha bê serdana Tirkiyê dike.
Tirkiyê piştgireke xurt e jibo doza Filestînî. Peywendî di navbera herdu hevalbendên berê Tirkiye û Îsraîl de sala 2010 hatin şikestin piştî ku hêzên deryayî yên Îsraîlê girtin ser keştiyekê ku ber bi Kerta Xezayê ve diçû, û tê de neh welatiyên Tirk kuştin. Ji wê çaxê de, Tirkiyê bûye, rexnegireke bihêz li dijî kiryarên Îsraîlê li Xezayê.