Li ser daxuyaniyake hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş, nîgeranî li Başûrê Kurdistanê hate peyda kirin. Fraksyonna Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) li parlemana Herêma Kurdistanê beyannameyek derxist û gotinên birêz Demîrtaş red kir.
Di hevpeyîvnekê de ligel Dengê Amerîka, endamê Kurd li parlemana Tirkiyê û cîgirê serokê HDP Nazmî Gur got, "dezgehên ragihandinê, bi taybet televizyona Rûdaw, gotinên hevserokê me berovajî da raya giştî."
Birêz Gur da zanîn, "Şingal bi xak û mirovên xwe parçeyek pîroz yê Kurdistanê ye û em bi Kurdistana Başûr hereketa wê ser bilind in."