Artêşa Pakistanî dibêje, hêzên ewlekariya welêt kemînek jibo jimareke mezin ya terorîstan nêzîk sînorê ligel Afganistanê veda û di encamê de bi kêmî 16 ji wan kuştin û 20 din birîndar kirin.
Daxuyaniyeke kurt ya artêşê îro Şemiyê eşkere kir ku ew operasyona nîvê şevê li herêmekê pêk hat ku deverên Orakzai û Xeyber ji hev cuda dike. Daxuyaniyê herwiha got, bi kêmî çar leşker jî tê de birîndar ketin.
Wexteke zûtir, karbidestên Pakistanî gotin ku di êrîşa firokên bêmirov yên Amerîkî de bi kêmî heft şervanên Îslamî roja Îniyê li herêma Bakurê Wezîristanê hatin kuştin.
Piştî wan êrîşan, êrîşên asmanî yên Pakistanî jî derengî Îniyê bingehên Talîban û mîlîtanên Uzbek nêzîk sînorê Afganistanê kirin armanc û bi kêmî 39 mîlîtan kuştin.
Êrîşên li Bakurê Wezîristanê tên, li vê dema ku Pakistanê stratejiya xwe ya dijî terorê bilind dike, piştî êrîşeke Talîbana Pakistanê li ser dibistaneke leşkerî li Pêşawer ku di encama wê de dora 150 kes hatin kuştin, piraniya wan zarok bûn.