Ukrayna û cudaxwazên ser bi Rûsya îro Înê dest bi veguherîna dîlgirtîyan dikin û êverê ye bi sedan kes heta êvarê bêne serbest kirin.
Li gor lihevkirinê 220 şervanên cudaxwaz û 150 leşkerên Ukraynî wê bêne berdan, ku di nav heşt mehên borî de hatibûn girtin.
Ev veguherîna esîran di bin xalên paymana nû tê kirin ku vê heftê li Minsk a paytaxta Belarûs hatibû îmza kirin.
Nûnerên Ukrayna û serhildayên piştgirên Rûsya bi navbeynakrîya Rûsya û û Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropa (OSCE) li Belarûs civîbûn kupeymana meha Îlonê bixebitînin.