Gruba El Şabab li Mogadîşû ya paxtaxta Somalê êrîşek anî ser hêzên aştîparêz yên Yekîtîya Efrîqa.
Berdevkê hêzên Yekîtîya Efrîqa Alî Hamud ji Dengê Amerîka re got, 7 heta 10 endamên El Şabab îro Pêncşemê ketin nav bingeha wan.
Wî got, 2 ji êrîşvanvanan xwe peqandin û 3 êrîşvanên din jî di pevçûnê de hatin kuştin.
Hamud da zanîn ku 2 çekdar hîn ji li hindurê avahîyê ne, lê dora wan ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hate peçandin.
Hamud ragihand ku ji hêzên aştîparêz jî kuştî û birîndar hene, lê wî ti hurgilî nedan.