Nûnerên Ukrayna, Rûsya, serhildayên piştgirên Rûsya û Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropa (OSCE) îro li Belarûs dicivin ku jibo çarserîya krîza Ukrayna danûstandinên nû bikin.
Çaverê ye danûstandin singî bide xurtkirina agirbesta Îlonê ku pevçûnan siviktir kiribû, derfet dabû veguherîna dîlgirtîyan û rê li ber alîkarîya mirovahî vekiribû.
Serokwezîrê Ukrayna Arseniy Yatsenyuk îro Çarşemê di civîna kabîneya xwe de bang li cudaxwazên ser bi Rûsya kir ku xalên rêkeftina Minsk cîh bînin.
Ukrayna û hevalbendên wê yên Rojavayî Moscowê tawanbar dikin ku çekên giran dide cudaxwazên Ukraynî û yekîneyên artêşê jibo piştgirîya wan dixebitîne.
Kremlin îdîayên wî rengî red dike û hikûmeta Ukraynî bi rewşa heyî sûcdar dike.