Navenda Lêkolînên Sîyasî û Civakî (SAMER) demeke berê li ser avabûn, hûrgilî û kiryarên Dewleta Îslamî anku bi navê xwe yê din Daîşê raportek pêşkeş kir.
Di raporta SAMER’ê de di encama lêkolînan de hatiye amade kirin de, li ser rastiya Daîş’ê ya li Rojhilata Navîn, piştgirîya wê ya îdeolojîk û civakî û hevalbendên wê yên herêmî hatiye rawestîn.
Li ser vê raportê dawiya heftê jî li Stenbolê Konferansek hate lidarxistin û ji aliyê akademîsyen, rojnamevan û rewşenbîran ve gotûbêj li ser Daîş’ê pêk hatin.
Kordînatorê Giştî yê SAMER’ê Welat Ay, vê lêkolîna ku navenda wan kiriye ji Dengê Amerîka re dinirxîne.
“Me wek navendeke lêkolînên civakî ya derveyî sîyasetê, xwest ku fahm bikin bê çawa Daîş di demeke wiha kurt de li Rojhilata Navîn bûye hêzek.”
Kordînatorê SAMER’ê metoda vê lêkolînê wiha rave dike.
“Me metodolîjyeke nû di vê lêkolînê de bikar anîye. Anku me xwest li şûna metodên welatên rojava; li ser bingeha dîrok, erdnîgarî û civakî ya Rojhilata Navîn lêkolînê bikin.”
Hêjayî gotinê ye, wê gotûbêjên konferansê yên li ser raporta Daîş’ê ligel raporta SAMER’ê wek pirtûk jî werin çap kirin.