Bajarê Serêkaniyê yek ji bajarên pêşî bû li Rojavayê Kurdistanê ku rastî şer û êrîşên çekdarên tundrê bû, lê di heman demê de şervanên Kurd bajêr li jêrî kontrola xwe hiştine û berevaniya bajêr li dijî êrîşên DAIŞ dikin.
Di hevpeyvîna Dengê Amêrîka de, Omer Emîn endamê Partiya Yekîtiya Demokrat ya Sûriye, rewşa bajêr û berdewamiya şer li wir anî zimên.
Emîn dibêje, bajar bi giştî li jêrî kontrola Kurdan e, lê hinek ji êl û rûnîştvanên derdora wê piştgirya DAIŞ dikin û tevlî wan bûne.
Omer herwisa dibêje, ti alîkarî bi rûnişvanên bajêr re nayê loma rewşa rojane dijwar e.
Kerem kin guh bidin vê hevpeyvînê ligel Omer Emîn