Rêxistineke mafên mirov ragihand ku malpereke cîhadiyan daye xuya kirin ku polîsê rêxistina Dewleta Îslamî çar mêr li bajarê Humsê serjê kirine, jibo sûkirina Xwedê.
Rêxistina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye, got ku her çar mêr roja Îniyê li rojhilata parêzgeha naverasta Sûriyê hatin serjêkirin.
Malpereke cîhadî got ku polîsê Dewleta Îslamî li Humsê biryara dadgehê li dijî wan her çar mêran li pêş çavên xelkê bicî anîn. Di heman malperê de, wêneyên wan kesan berî û piştî serjêkirinê hatin nîşandan.