Cîgirê Serokê MAZLUM-DER’ê yê ji Penaberan Berpirsiyar Parêzer Abdulhalîm Yilmaz Rewşa Penaberên Sûrîyê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.
Ew dibêje, ‘Alîkariya penaberan erkekî mirovî ye, lewma jî divê ew wekî bar neyên dîtin.’
Parêzer Yilmaz ev demeke dirêje li bin banê Mazlûm-Der’ê xebat û lekolînan li ser rewşa hiqûqî û civakî ya penaberên Sûrîyê dike.
Ew dide zanîn, hejmara penaberên Sûrîyê bi qasî milyonek û 600 hezar kesan tê nîşandan, lê ev hejmara fermî ye û hejmareke zêde jî li bajarên Tirkîyê belav bûye.
Ew balê dikişîne ser ku penaber pir bi erzanî têne xebitandin û di nav civakê de yên bi nêrîneke nijadperestî wan dinêrin hene ku dixwazin vegerin welatê xwe.
Yilmaz dîyar dike, ji zirarê bêhtir fêdeya penaberan li cihê ku çûnê heye, lewma jî divê pirsgirêkên wan yên jiyanê di çarçoveya demokratîkbûna welatên ku lê penaber bûne de werin çareser kirin.
Parêzer Yilmaz bi bîr dixe, şertên penaberên li derveyî kampan dimînin girantir e, jiber vê jî divê Tirkîye di warê hiqûqî û başkirina rewşa wan ya civakî de hêsankarîyê bike.
Ew destnîşan dike, ger şertên jiyana penaberan neyên başkirin hemwelatiyên Tirkîyê jî rehetiyê nabînin.