Bizavkarên mafên mirovan bang dikin ku ew berpirsên Ajansa Îstîxbaratî ya Navendî (CIA) bêne dadgeh kirin ku methodên tund li hember terorîstên gumankirî xebitandine.
Ben Emmerson, nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî li ser mafên mirovan û dij-terorîzm got, raporta Senato nîşan dide ku divê vekolîn li ser kiryarên CIA yên piştî êrîşên 11 Îlona September 2001'ê bêne.
Rêvebirê payabilind yê Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) Kenneth Roth jî got, êşkence wê wek bijareyeke karîger li pêş serokên paşerojê de bimîne, eger ku karbidestên ku nav wan kiryarên neyên ceza kirin.
Komîteya Îstixbaratî ya Civata Senatoran roja Sêşemê kurtahîya raporteke berfireh weşandibû û tê de gotibû ku CIA di dema lêpirsînan de reftarên xirab li girtîyan kirine.
Ew raport herwiha CIA sûcdar dike li ser bandorbûna methodên ku hatine karanîn agahîyên şaş dane Kongres û gelê Amerîkî.