Penaberên Sûrî ku li metrepolên Tirkiyê dijîn, bê guhdan û çavdêriya rêxistinên mafên mirovan mane û ji bo kar û barê jiyana xwe, zarok û jinên wan rastî destdirêjiya seksî dibin û ji aliyê civakê ve tên çewisandin.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, peykertaşa Kurd û endama rêvebiriya rêxistina ASO ya li dijî tundutijiya li ser jinê dibêje, malbtên Sûrî bi giştî û yên Kurd bi taybet ku li derveyî kampan dijîn, jiyana wan rastî kêşeyên civakî û abûrî dibin. Ew dide zanîn ku kes li van malbatan xwedî dernakeve yan jî dengê wan nagihîne desthilatdarên hikûmeta Tirkiyê .
Xanim Jiyan dibêje, gelek dozên destdirêjiya seksî li ser jinan di nav destê me de hene, lê hîn ti çare ji wan re nehatine dîtin û wisa jî zarok li wan bajaran bê xwendin û pêşeroj mane.
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê dengî klîk bikin.