Malbata nûçegîhanê Washington Post yê Tehranê Jason Rezaian dibêje, Îranê muhleta desteserkirina wî jibo du mehên din zêdetir kir.
Rezaian vê gave li Zindana Evin tê girtin û ew 135 roj in ku be agahîyek yan jî ronkirinekê girtî ye.
Malbata wî dide zanîn ku heta niha ti dozeke fermî li hember wî nehatiye vekirin û Jason heta niha bi awuqatê xwe re jî necivîye.
Birayê wî Alî radigihîne ku ew jiber rewşa Jason ya saxlemîyê xembar in jiber ku halê wî ne baş e.