Wezareta Navxweyî ya Îraqê îro Çarşemê ragihand ku jineke ku li Lunbanê hatibû girtin ne hevjîna rîberê Dewleta Îslamî Ebu Bekir Bexdadî ye
Karbidestên Lubnanî do Sêşemê ragihandibûn ku artêşa wî welatî jina Bexdadî û zarokên wî li nêzîkî tixubê Sûrîyê desteser kirin û lêpirsîna wan ji alîyê wezareta berevanî ve tê kirin.
Lê, Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Îraqê Saad Maan got, jina girtî xuşka bergumnanekî din yê terorê Omer Abdulhamid el-Dulaymi, ye ku niha li Îraqê li girtîgehê ye.