Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje , êrîşên esmanî yên koalîsyonê bona gruba Dewleta Îslamî (DÎ) dijwartir kir ku bikare hêza xwe kom bike, bilive û êrîşan pêk bîne.
Kerry îro Çarşemê li Brukselê, di vekirina civîna endamên koalîsyona navnetewî de nirxandinan li ser şerê dijî Dewleta Îslamî kir.
Kerry got, bi saya koalîsyonê niha endamên Dewleta Îslamî ditirsin ku ji esmanê kengî êrîş werin.
Wî bi dîyar kir êrîşên bi pêşengîya Amerîka wê berdewam bikin, di heman demê de ku perwerde û alîkarîya jibo hêzên Îraqî jî zêde bin.
Heta niha koalîsyona dijî DÎ, ji destpêbûna operasyona vir ve, pirtir jî 1000 êrîşên esmanî li Sûrîye û Îraqê pêk anîne.