Li gorî raporteke rojnameya Washington Post, karbidestên Amerîka didin ber çavên xwe ku peydakirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê misoger bikin, da ku bi awayekî karîgertir şerê mîlîtanên rêxistina Dewleta Îslamî ya terorîst bikin.
Plan ew e ku Tirkiyê, Amerîka û hevalbendên wan rê bidin artêşa Tirkiyê derbasî hinek derverên bakurê Sûriyê bibin. Li hember wê yekê, ewê Amerîka bingeha Încirlîk ya leşekrî li Tirkiyê bikar bînin.
Di vê derbarê de, Dr. Nasir Hecî Mensûr, berdevkê desteya parastinê ya Kantona Cizîrê ji Dengê Amerîka re dibêje, avakirina devereke ewle tiştekî baş e, lê bi mercê ku Tirkiyê ti karekî dijminane li dijî Kurdan neke.
Dr. Hecî Mensûr herwiha di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de dide zanîn ku heta nuha ti alî di vî warî de peywendî bi Kurdên Sûrî re nekiriye.
Dirêjahiya hevpeyvînê li ser vê fayla dengî guhdarî bikin.