Di encama êrîşekê de li ser xaleke sînorê ligel Sûriyê, bi kêmî 16 pasevanên Îraqê li ser destê çekdarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) hatin kuştin.
Di êrîşa îro Duşemê de çar leşkerên din jî birîndar ketin. Xala sînorê ya el Welîd li parêzgeha Anbar dikeve. Demûdest nehatiye diyar kirin çend çendkarên rêxistina terorîst di wê êrîşê de hatine kuştin yan birîndar bûne.
Tevî vê êrîşê, hikûmeta Îraqî dibêje, hêzên hikûmetê hîn kontrola bingeha el Welîd dikin. Bingeh dora 500 kîlometran li rojavayê Bexdaya paytext dikeve. Ew bixwe li ser sînorê ku Îraq, Sûriye û Urdun li wir digihêje hev.