Serokwezîrê Îraq Heyder el Ebadî dibêje, li gorî vekolînekê, hatiye dîtin ku bi kêmî 50 hezar navên leşkeran hene ku bi awayekî mehane mutçe werdigirtin, lê di rastiyê de hebûna wan kesan li nav hêzên çekdar yên Îraqî peyda nabe.
Birêz Ebadî ev vedîtin do Yekşemê di gotarekê de li pêş parlemana Îraqî belav kir. Wî soz da ku şerê gendeliyê li Îraqê bike. Serokwezîrê Îraqî ji dema ku posta xwe li Septemberê wergirtiye, çend komandarên pilebilind yên artêşa Îraqê ji kar derxistine.
Endamê Kurd li parlemana Îraqê Kamîran Bacelan ji Dengê Amerîka re ragihand ku jimara navên leşkeran bi gelekî ji tiştê hatiye ragihandin bêtir e.
Hinek ji wan navan yekcar di jiyanê de tune ne, anku pereyên wan yên mehane diçin jibo komandarên artêşê. Lê hinek navên din hene ku bi rastî jî yên leşkeran ne, lê ev leşker naçin ser karê xwe.
Gendelî li nav dezgehên hikûmeta Îraqê gelekî belav e û li gorî çavdêr dibêjin, ew yek ji sedemên lawazbûna artêşa Îraqî li hember êrîşên rêxistina Dewleta Îslamî ya tundrê.