Li Misirê berî xwepêşandanên Îslamîyan ku li ber e îro bihata kirin, 2 leşker hatine kuştin.
Karbidestên ewlehîyê dibêjin, serbazên artêşê ji alîyê çekdarên nenas ve, di du êrîşên cihê de li bakurê paytaxt Qahîrê hatin kuştin.
Enîya Selefî ya konservatîf jibo îro Înê banga xwepêşandanên li seranser Misirê, bi nave “Serhildana Xortên Misilman” kiribû.
Karbidestên Misirê jiber xwepêşandanan pîvanên ewlehîyê zêde kirin û banga hişyarîya tundûtûjîyê dikin.