Nayê çaverêkirin heta Duşemê biryarek ji aliyê desteya sûndxwaran ve were standin, derbarê doza kuştina sîpeyekî Amerîkiyê Afrîkî li ser destê polîsekî spî li bajarê Ferguson yê wîlayeta Missouri.
Hinek dezgehên medyayê radigihînin ku jêderan ji wan re gotine ku desteya sûndxwaran heta Duşemê jî lihev nacive. Berî Duşemê jî diyar dibe ewê ragihandina ti biryaran neyê kirin.
Ji dawiya meha Tebaxê de, desteya sûndxwaran li dar e û wê yekê dide ber çavên xwe ka gelo efserê Polîs Darren Wilson tawanbar an jî bêsûc derxîne.
Dihate çaverêkirin ku desteya sûndxwaran biryarekê îro Yekşemê ragihînin, lê tê ragihandin ku deste hîn agahiyan derbarê bûyera kujer dide hev.