Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, ew amade ye desthilata xwe ya cîbicîkar bikar bîne jibo derbaskirina reformên berfireh yên koçberiyê. Desthilata serok rê dide wî ku li Kongresê venegere.
Di gotarekê de îro Yekşemê li hilcivîna Grûpa 20 li Australia, birêz Obama got gefeyên hinek endamên Kongresê rê li ber wî negirin ku qanûnên nû yên koçberiyê pêk bîne. Hinek endamên Kongresê dibêjin, dibe ku ew kiryariyan bikin ku bihêlin hikûmet careke din were daxistin.
Plana nû ya Serok Obama jibo derxistina fermanên cîbicîkar li ser koçberiyê dibe ku bi milyonan xelkên ne bi awayekî qanûnî li Amerîka dijîn, ji derkirinê biparêze. Lê ev yek di haletê de ku Kongres li ser bernivîsên çaksazî û reformên koçberiyê dengdanê berî dawiya salê neke.