Bi Berdewamiya şer li Kobaniyê, rewşa penabrên wê zor û dijwar dibe û alavên saxlemî û tenduristiyê li nav kampên wan kêm dibin bêy tu guhdan ji aliyê rêxistin û saziyên dewleta Tirk.
Dr. Bextiyar Hisên, yek ji wan bijîşkên xwebexş in ji bo alîkariya penaberan, ji Dengê Amerîka re dibêje, kes ti alîkariyê nade rewşa saxlemiya penaberan û "astengî li ber karê me tên kirin ji aliyê Hikumeta Tirkiyê ve."
Birêz Hisên herwiha got ku wê rewşa tenduristiya penaberan di zivistanê de xerabtir bibe, eger derman û alavên saxlemiyê bi dest neketin.