Şêwirmendê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Huseyîn Çelîk serdana bajarê Amedê dike, bi mebesta hilbijartinên giştî yên serokatîyên navçeyên AKPê.
Di vê serdanê de birêz Çelîk daxuyanîyek da û tê de li ser protestoyên jibo Kobanê axivî.
Huseyîn Çelîk bi tundî rexne li HDPê ya ser bi Kurdav ve kir û da zanîn ku wê partîyê ne bi berpirsî danûstandin ligel bûyerên wan protestoyan kir.
Di vê derbarê de, weşanger û rojnamevan Adnan Ateş ji Dengê Amerîka re got ku bawerî di navbera her du aliyan de tune ye û ev yek jî ziyanê digihîne prosesa aştiyê.
Birêz Ateş herwiha got ku hikûmet danûstandinê ligel rêberê PKKê Abdullah Ocalan dike, lê di heman demê de pênasînê bi HDPê nake.
Dirêjahiya vê hevpeyvînê li ser fayla dengî yê jêrîn guhdarî bikin.