Xelkê welatê Romanyayê do Şemiyê bi xwepêşandinan daketin kolanên bajarên xwe, jibo protestokirina hikûmetê ku wê bi sînorkirina dengdana welatiyên ji derve dijîn ku beşdarî hilbijartinên serokatiyê bibin, tawanbar dikin.
Bi hezaran xelkê Romanyayê ku ji derveyî welêt dijîn, gazin kirin wan nikarîbû di gera yekê ji hilbijartinên serokatiyê yê 2ê Novemberê de beşdar bibin, jiber jimara kêm ya bingehên dengdanê li balyozxaneyên Romanî.
Serokwezîr Vîktor Ponta rêjeya 40 ji sedî ji dengên gera yekê bidest xist, hember rêjeya 30 ji sedî jibo hevrikê wî Sibiu Mayor Klaus Lohannis. Lê belê, Lohannis rêjeya 46 ji sedî ji dengên welatiyên ji derve dijîn bidest xist, hember 17 ji sedî bo Vîktor Ponta.
Karbidestên Romanyayê do Şemiyê gotin ku ewê bêtir bingehên dengdanê jibo gera duwemîn ya hilbijartinan li 16ê Novemberê werin vekirin.