Qeyikek li nêzîk beravên Tirkiyê binav bû û di encamê de bi kêmî 24 kes tê de mirin. Tê bawerkirin ku koçberên neqanûnî di wê qeyikê de bûn.
Pasevaniya Beravî ya Tirkiyê got ku tîmên wê 7 kes rizgar kirin piştî ku qeyik îro Duşemê çû xwarê. Qeyik li nav Deryaya Reş, bakurê Tengava Bosforê binav bû.
Tîmên rizgarîkirinê bi qeyikên pasevaniya beravî û helîkopterekê lêgerîna xwe li wê deverê berdewam dikirin.
Demûdest diyar nebûye ka sedema binavbûna qeyikê çi bû an jî çend kes tê de bûn di dema binavbûnê de.
Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyê cihekî navdar e jibo wan kesên ku tên wir û ji wir jî koçberî Yekîtiya Ewropayê dibin.