Derbasbûna hêzên pêşmerga qada şer li Kobanê û piştgirîya şervanên Yekîniyên Parastina Gel (YPG) di şerê li dijî DÎÎŞê, ji hemû alîyan ve guhertineke mezin xist meydana Kurdî û ji gelek kesan re bû xaleke dîrokî.
Di hevpeyvana Dengê Amerîka de nivîskar Yavuz Ekîncî dibêje, ev jibo gelê Kurd rojeke dîrokî ye sînoran di nav perçê Kurdistanê de radibin û rojeke nû ji yekîtîya Kurdan re ava dikin.
Ekîncî herwiha dîyar dike ku erka netewî dikeve ser milê rewşenbîran jî û divê ew planên nû pêk bînin ku ev gava heyî xurtir û bihêztir bikin.
Kerem kin jibo guhdarkirina dirêjîya vê hevpeyvînê, lînka jêrîn klîk bikin.