Beşek ji hêza pêşmergeyan ji nav sînorê Tirkîyê derbasî Kobanê bûn ku piştgirîya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî çekdarên Dewleta Îslamî (DÎÎŞ) bikin.
Dewleta Tirkîye bi çavê nerazîbûnê ev gava şopand û li gor wê, hin jî şert û merc dane pêş ku çûyîna pêşmergeyan bi hesanî birêve neçe.
Bextîyar Husên di derbarî helwesta Tirkîyê de ji Dengê Amêrîka re got, Tirkîyê nerazî ye ji derbasbûna pêşmerga bajarê Kobanî û çi ji destê wê were wê bike ta ku nehêle ku Kurd bi serkevin.
Kerem kin jibo guhdarîkirina dirêjahîya vê hevpeyvînê, vê fayla dengî klîk bikin