Ev çend roj in ku biryara derbasbûna hêzên Pêşmergan bajarê Kobaniyê hatiye stendin, lê şandina wan nû îro destpê kir û heta vê gavê şervanê Yekîniyên Parastina Gel (YPG) bi tena xwe şer li hemberî çekdarên DÎÎŞê dikin. Gelo kî bû yê ku li dû vê derengxistinê û çima ev yek pêk hatibû?
Çalakvan Îdrîs Dabo, ku nuha li Sirûcê ye, ser sînorê Kobaniyê û rewşa şer û tevgera çalakiyan dişopîne, ji Dengê Amêrîka re hinek têbînî zelal kirin û rewşa şer ya dawî li Kobaniyê anî zimên.
Ji bo guhdarîkirina dirêjahiya vê hevpeyvînê, fermo vî faylê dengî kilîk bike.