Çalakvanê Kurd Îdrîs Dabo dibêje, milîtanên al-Dewle Îslamîye gefe kiribûn li mizgeftên Kobanê nimêja cejnê bikin û êvarîya doh heynî dest bi hêrîşan kir bo giritina bajar lê Yekeyên Parastina Gel (YPG) bersîngê wan girt.
Îdrîs Dabo çalakvan û mamostayê zimanê Îngilîzî gote Dengê Amerîka, xelkê Kobanê li gundê Suruc yê Tirkîyê li ser sinûr civiyan jibo gihandina alîkarîyan ji hêzên YPG ê re.
Birêz Dabo got, xelkê Surucê alîkarîya penaberên ji Kobanê dikin, lê penaber gelek in û zêdeyî şîyana xelkê ye. Gelek ji penaberan bê hewangeh in.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel Îdrîs Dabo, fayilê deng dagire;