Gelo hevbenbendîyek bihêz ji şerê Dewlet al-Îslam re wê ji konfiransê Parîsê derkeve? Kameran Jikîkan, parêzer û sekretêrê berê yê Înstituta Kurdî ya Parîs ê got, wî ew bawerî heye encamê konfirans wê koalisyonek bihêz be ji ber welatên beşdar pêşî werin Parîs ê biryara xwe dane beşdarî vî şerî bin.
Kameran Jikîkan gote Dengê Amerîka, Fransa bi serê xwe ne çû vî şerî, lê şîyaye Ewropa bixwe ra bibe û dinav Fransa de tevaya hêzên sîyasî piştevanîya serokê welat dikin. Birêz Jikîkan got jî, eger Tirkîyê danûstandin digel DAÎŞ hebin lê xwe pişgîrê wê nabîne û nikare beşdarî vî şerî nebe.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel birêz Kameran Jikîkan, faîlê deng dagire;