Ji ber têkelîya gelek ji xelkî û ji ber hijmareka zora penaberan di yêk cih de û veguhastina vayrûs û nexweşîyên cuda û ew jîngeha neguncaw aware têda, gelek nexweşî peyda dibin û ev xelke hemî pêdivî çavdêrîya tendirûstî ya berdewame.
Ji bo vê meremê jî rêveberîya tendirûstî ya Dihokê çendîn tîmên tendirstî ji nujdar û tîmarkaran pêk înane da ku harîkarîya tendirûstî pêşkêşî awaran biken.