Meclîsa Jinan a Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi beşdarîya Dayikên Aştiyê, li Stenbolê jibo şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kurdên Êzîdî pêk anî.
Çalakîya ku roja Pêncşemê êvarê bi dirûşm û hilgirtina nivîsan li Taksîmê hate lidarxistin, bi rûniştina jinan a sê saetan berdewam kir.
Jinan êrîşên DAÎŞ’ê bi awayê hovane binav kirin û gotin, ew ê destûrê nedin DAÎŞ bi van êrîşan bigiheje armancên xwe.
Endama Meclîsa Jinan ya HDP’ê Xunav Altun ji Dengê Amerîka re wiha peyîvî:
"Em dixwazin bi çalakîyan wiha balê bikişînin ser êrîşên li Rojavayê Kurdistanê, Musil û Şengalê da ku her kes bi wan haydar bibe."
Dayika Aştiyê Rebîa Aslan jî êrîşên DAIŞ’ê yên ser Şingalê û Ezîdîyan şermezar kir û bang kir ku pêşîya van êrîş û karesatan were girtin.