Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Ser Kobanê li Stenbolê Hatin Şermezar Kirin


Kurdên li Stenbolê êrîşên DAÎŞ yên ser Kobanê şermezar dikin
Kurdên li Stenbolê êrîşên DAÎŞ yên ser Kobanê şermezar dikin

Êrîşên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) yên ser herêma Kabonê ya Kurdistana Sûrîyê, li Stenbolê bi xwepêşandeke ku bi beşdarîya hezaran kesan pêk hat, hatin şermezar kirin û soza piştgirîyê jibo Kobanê hate dayîn.

Xwepêşandan bi pêşengîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) roja Yekşemê pêk hat û li nêzî avahîya şaraderîya mezin ya Stenbolê destpê kir.

Bizavkaran bi dirûşmên xwe êrîşên ser Kobanê û hêzên piştgirîya wan çekdaran dikin, bi tundî protesto kirin.

Di meşê de, Hevseroka HDP’ê Fîgen Ustundag û parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel û rêvebirên sazî û dezgehên sîvîl jî beşdarî kirin.

Bizavkar Cafer Selçuk hêstên xwe wiha dîyar dike: "DAÎŞ dixwaze bi alîkarîya hêzên derve, dewleta Sûrî û Îraqê gelê Kurd li Sûrîyê têk bibe. Em li hember van êrîşan bêdeng namînin û emê van xwepêşandanan bidomînin.”

Bizavkara jin Behîye Dag jî xem û fikarên xwe yên li ser metirsîya ku gelê Kobanê rû bi rû bûye tîne ziman.

“Dilê me pir jibo wan diêşe ku niha êrîş têne ser wan. Ger em piştgirîyê bidin hev emê bi ser bikevin. Dilê me her bi wan re ye.”

Xwepêşandana piştgirîya Kobanê, piştî meşa qasî kîlometrek rê, li Meydana Aksaray ya Stenbolê bi dawî bû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:29 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG