Bi kêmî ve 20 kes, îro Çarşemê di êrîşeke Îsraîlê ya ser Kerta Gaza de hatin kuştin, di hewleke sekinandina roketên Fîlîstînî ya ser hedefên Îsraîlê de.
Karbidestên Fîlîstînî got, di êrîşan de ku Sêşemê û Çarşemê dewam kir, dora 23 kes li çend bajarên Fîlîstînî de hatin kuştin.
Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) raginahd, di êrîşan de pirtir jî 100 kesên din jî brîndar bûn.
Serokê Fîlîstînî Mahmud Abbas derengîya Sêşemê ser êrîşan axaftineke televîzyonî kir.
“Divê sazîyên navnetewî yên wek Koma Çarqolî ya Rojhilata Navîn û Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî parastina jîyana gelê Fîlîstînê misoger bikin.”
Abbas daxwaz ji Fîlîstînîyan kir ku yekgirtî û behnfireh bin. Wî soz da ku hikûmeta wî hemî tiştên pêdivî bike û hewcedarîyên gel cîh bîne.