Di Fuara Pirtûkan ya Diyarbekirê de hersal, bi dehan nivîskar û rewşenbîr, bi rêya gotûbej û îmzekirina kitêban bi xwendevanan re tên ba hev.
Keça Celadet Elî Bedirxan, Sînemxan jî di bernameyek taybet ya weşanxaneya Avestayê de mêvanê fuarê bû. Sînemxan Bedirxan di gotûbêjê de behsa bîranînên xwe yên bi bavê xwe re kir.
Sînemxan Bedirxan jibo gohdarên Dengê Amerika got xweşî ewe ku hatiye pêşengeha kitêban li Amedê, lê tiştê nexweş ewe ku Kurd hê bindest in. Wê got "Em divê zimanê xwe hîn bibin û pê biaxivin jiber ku ew nasnama me ye.”
Wê da zanîn ew neha tedarikiya ansiklopediya Bedirxaniyan dikin û ewê vê berhemê bi heft zimanan çap bikin. Herwiha got "înşallah rojek Birca Belek jî ê bibe muzexaneya Bedirxaniyan."